{"product_id":"ahmedi-hani-avesta-bas-n-yay-n-mem-u-zin-9789944382519","title":"Avesta Bas?n Yay?n Mem u Zin","description":"Ji dema Ehmedê Xanî de heta destpêka sedsala 20an zimanê kurdî yê nivîsandinê zêde nehatibû guhertin. Jixwe herfên latînî hîn nehatibûn meydanê û her kurdekî dikaribû Mem û Zînê bixwîne û kêm zêde jê fam bike. Lê piştî tevgera kulturî êdî hêdî hêdî kurd dûrî klasîkên xwe çûn û her ku çû ji mîratê xwe yê wêjeyî qut bûn. Pêşketina zimanê kurdî û bizavên nivîsandina bi kurmanciya paqij ev qutbûn bêtir bi cih kir û êdî ew peyvên di berhemên klasîk de ku nîşana ciwaniya wan berheman û şarezayî û hostetiya nivîskarên wan bûn bûne kelem li ber fêmkirin û têgihiştina wan berheman.\u003cbr\u003e\u003cbr\u003eMem û Zînê jî ji cûreyê tekstên ku girtî ne û herkes niha tê nagihîje. Ji ber vê yekê pêwistiya şîrovekirina vê tekstê hebû. Ev xebat ji bo ku Mem û Zîn bi hêsanî li ser zimanan bigere û bîr û bawerî û hizrên Xanî zindî bimînin hatiye meydanê. Em hêvîdar in ku ev xebat bibe pireke xurt di navbera xwendevanên îro û Ehmedê Xanî û berhema wî de.","brand":"Avesta Basın Yayın","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":53799015350614,"sku":null,"price":0.0,"currency_code":"EUR","in_stock":false}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0925\/5829\/5382\/files\/product_image_9789944382519_1.jpg?v=1781809554","url":"https:\/\/www.momoxbooks.com\/products\/ahmedi-hani-avesta-bas-n-yay-n-mem-u-zin-9789944382519","provider":"momoxbooks","version":"1.0","type":"link"}